Kurdisch (Sorani)
Derzîkirin bi gelemperî
Dayîna leşê ya yek dermanê derzîkirinê ye, ji bo parastina mirovan ji nexweşiyên vegir, wek derzîkirinê, tê binavkirin. Ji bo ku mirov were parastin, pêdivî ye ku mirov li hemberî hinek nexweşîyan bi rêkûpêk werin derzîkirinê (wek mînakî, tetanos). Li hemberî hin nexweşiyên din yek an ji du car derzîkirinê bes in (wek nimûne felcê zarokan an jî Korona).
Derzîkirin di laşê însanan de hêza parastina xwe bi xwe çalak dike. Ji vê re sîstema parastinê jî tê gotin. Derzîkirin dibe sedem ku sîstema parastinê ji berk û xwe ji nexweşiyan dûr bixe, madeyên xwe yên parastinê hilberîne. Ji wan madeyên re parastina laşê tê gotin.
Bi riya derzîkirinê rîskeya nexweşbûnê kêm dibe. Dema ku vîrus, bakterî yan jî kufkarik dikevin nav laşê, ev jî wekî enfeksiyon girtinê tê binavkirin. Girtina hin enfeksiyonan dikare mirovan heta mirinê jî bibe. Derzîkirinê dikare pêşî li girtina enfeksiyonan bigire û her wisa pêşî zirarên tenduristiyê ku carinan tenê gelek salan şûnda pêk tên jî, bigire.
Bi gelemperî derbarê derzîkirinê ya li hembera Koronayê de
Derziyên ji hilberînerên BioNTech/Pfizer („Comirnaty“), Moderna („Spikevax“), AstraZeneca („Vaxzevria“) û Johnson&Johnson li Almaniyayê hatine pejirandin. Vaxzevria ji Mijdara 2021an vir ve li Almanyayê nehatiye derzîlêdan, û Johnson&Johnson jî êdî nayê bikaranîn.
Hemî madeyên derzîkirinê sîstema parastina laşê bi xwe, yê ku jê re parastina pênegirtina nexweşîyê tê gotin, çalak dikin, da ku laşê însanan bikare xwe li hemberî vîrusê biparêze. Ji ber vê yekê laşê însanan madeyên parastina xwe ,yên ku laşê li hemberî vîrusê diparêzin, çêdike. Bi derzîlêdanê, laşê însanan „fêr dibe“ ka çawa xwe biparêze.
Hemî madeyên derzîkirinê li hemberî giran nexweşbûna ya bi Covid-19, an jî qet mirina ji ber wê nexweşîye, pir baş diparêzin. Li gorî rewşa zanînê ya heyî, di nav bandora madeyên derzîkirinê de,cûdahiyên zelal tune ne. Tê de guman nîne ku hemî madeyên derzîkirinê hê piştî derzîkirinê ya yekemîn baş û piştî derzîkirinê ya duyemîn jî pir baş diparêzin.
Kesên ku heta niha li dijî Covid-19 qet nehatine derzîkirin, divê du caran di navbera çend hefteyan de bi vaksîna mRNA ya BioNTech/Pfizer (BioNTech) an Moderna (Spikevax) were derzîkirin.
Li Almanyayê, bi taybetî mirovên ciwan yên di navbera 12 û 30 salî de bi BioNTechê tên derzîkirin. BioNTech niha li Yekitîya Ewropayê ji bo zarokên di navbera 5 heta 11 salî de yên ku doza vaksînasyona kêmtir werdigirin jî hatiye pejirandin.
Spikevaxa Modernayê niha ji bo mirovên 18 salî û mezintir hatiye pejirandin.
Medeyê derzîkirinê ya Vaxzevria ya şîrketa AstraZeneca jî, ji bo mirovên ser 18 salî tê pejirandin. Ev vaksîn ji dawiya Mijdara 2021an û vir ve li Almanyayê nayê bikaranîn.
Madeya derzîkirinê yê Johnson & Johnson jî, her wisa ji bo kesên ji 18 salî mezintir tê bikaranîn, lê ji ber bandora wê ya hindik ev vaksîn niha kêmtir an jî qet nayê bikaranîn. Mirovê ku tenê carekî vaksîna Johnson & Johnson wergirtibe, ji bo parastina baltir divê carekî din piştî çar hefteyan vaksîna duyem bi vaksîna mRNA (Spikevax oder BioNTech) xwe bide derzîkirin. Li gorî agahiyên zanistî yên berdest, tenê vaksîneke Johnson & Johnson bi qasî ku divê, nikare parastineke kafî pêşkêş bike.
Li Almanyayê morov niha dikare di navbera Spikevax ji Moderna û Comirnaty ji BioNTech/Pfizer yekê hilbijêre. Lêbelê, Comirnaty bi gelemperî ji bo mirovên heya 30 salî tê bikaranîn. Mirovên pîr divê Spikevax wekî pêşîn werbigirin.
Rasterast piştî derzî kirinê çi çêdibe?
Laşê însanan li hembera derzîkirinê bertekê nîşan dide û madeya parastina xwe çêdike. Ji ber vê yekê, carinan reaksîyonên laş hene ku mirov jî dikare hîs bike û ew ne xweş in. Bi gelemperî ev bertekên li hemberî derzîkirinê hêsan in û piştî çend rojan derbas dibin. Reaksîyonên gengaz yên li hemberî derzîkirinê ev in: êş û hesasîyeta li cihê ku derzî lê hatîye xistinê, çermê sor an jî werimandin. Westîn, serêş, agir, sarbûn, bêhalî, li hev ketina mehdeyê û êşa masûlkeyan jî, dikarin pêk werin.
Bedenên me hemî ji hev cûda ne. Ji ber vê yekê jî laşên me cuda-cuda reaksîyon nîşan didin.
Ji ber vê yekê hin kes reaksîyonên li hembera derzîkirinê bihêztir hîs dikin, piranîya însanan lawaztir hîs dikin û hin kes jî qet hîs nakin.
Reaksîyonên li hembera derzîkirinê nîşaneke baş e. Ew yek nîşan dide ku derzîkirinê bandora xwe pêk anîye û beden dest bi parastina xwe dike.
Bandorên pêre ne baş in û dikarin xeternak jî bin. Lê ew jî pir kêm dîyar dibin. Bandoreke pêre yê tîpîk, lêbelê yê ku kêm dîyar dibe, ji bo nimûne, reaksîyona alerjîk ya derzîkirinê ye.
Wek mînak, heger piştî derzîkirinê agirê mirov hebe û piştî 3 rojan agir derbas nebe, divê mirov biçe cem doktorekî. Heger piştî derzîkirinê ya madeyê derzîkirinê Vaxzevria ya ji AstraZenecayê serêşîyên giran çêbin û ew çend rojan bidomin, divê mirov zû biçe cem doktorekî.
Reaksîyonên gengaz yên li hemberî derzîkirinê ev in: Êş û hesasîyeta di cihê ku derzî lê hatîye kirin, çermê sor, an jî werimîn. Westandin, serêş, agir, sarbûn, li hev ketina mehdeyê û êşa masûlkeyan jî dikarin pêk werin.
Hemî bandorên alî pir hindik in! Wek nimûne, hemî derzî carinan dibe sedema reaksiyonên alerjîk. Bi derziyên AstraZeneca û Johnson&Johnson, pir hindik bûyerên xwînhişkbûnê pêk tên. Bi Spikevax a Modernayê û BioNTech/Pfizer’s Comirnaty re pir hindik bûyerên myocarditis ên sivik hatine dîtin. Ku ev çêbibe jî bi piranî di mirovên jêrî 30 salî de diqewime. Tevî vê yekê jî divê ciwan derziya BioNTech/Pfizer’s Comirnaty wergirin, ku ji derziya Spikevax a Moderna-yê ihtimala wê kêmtir e ku ev bandorê pêre hebe.
Heta derzîlêdana yekem li hemberî pêketinike giran an kujer parastinê pêk tîne. Lêbelê, ev tenê çend hefteyan dewam dike û têra xwe baş nîne, lewra jî divê vaksîna duyemîn hertim were encamdan. Bi derzîlêdana yekem re dê dîroka vaksînasyona duyemîn ji we re were diyarkirin.
Pispor niha dibêjin ku divê parastina vaksînasyonê heta şeş mehan piştî vaksîna duyemîn were nûkirin („bihêzkirin“) lewra ku piştî 6 mehan parastina vaksînasyonê pir hindik dibe. Ev li ser hemî mirovan bandor dike. Ji bo vaksînên din jî ev yek heye. Wek nimûne, divê salê carekê derzîlêdana grîpê (grîp) were kirin û her 10 salan carekê vaksîna li dijî tetanusê were nûkirin.
Erê. Bi zêdebûna temenê re, sîstema xwe parastina laşê jî lawaz dibe. Anegorî zanînên heyî yên di derbarê derzîkirinê de, hê di temenên pir bilind de jî, bi rêya madeyên vaksînên ku ji alîyê YE (Yekitîya Ewropa) ve hatine pejirandin, parastineke temam pêkan e.
Erê. heger îhtîmal pir kêmtir be jî, derbaskirina kesên din ya vîrûsê gengaz e. Anegorî rewşa zanînê ya heyî, lêbelê demajoyên nexweşiyê li cem mirovên ku derzî li wan hatîyê xistin, bi gelemperî hêsan e.
Erê, lêbelê di vê rewşê de derzîkirin herî zû 3 mehan piştî testa PCRê tê pêşniyarkirin, da ku hilberîna parastina pênegirtina nexweşîyê ya dijî vîrusê ku hîn heye, dîsa were pêk hatin.
Heger di testa xwînê de antîkorên dijî COVID-19 werin dîtin, vaksînasyon dikare 4 hefteyan piştî testa xwînê were encamdan.
Mirovên ku di navbera her du vaksînasyonên ewil de bi Coronayê nexweş bikeve, divê navberên jorîn jî reayet bikin û niha vaksîna boosterê tê pêşniyarkirin.
Erê. Qaîdeyên tevgerê yên heyî di rewşa pandemiyê de, berdewam dikin. Mirov dikare hîn piştî derzîkirinê jî nexweşîya koronayê derbasî kesên din bike. Ji ber vê yekê rêzikên ewlehiyê berdewam dikin.
Hûn ji demajoyeke giran an ji mirinê ya nexweşîya virusê coronaya têne parastin. Bi pêkanîna vaksînasyonê ihtimala girtina enfeksîyonê ya bi vîrusê koronayê pir hindik e. Pir kêmtir îhtîmal heye ku hûn bi xwe enfeksîyona vîrusê koronayê derbasî kesekê din bikin.
Ji derveyî feydeyên tenduristiyê, hûn dikarin beşdarî gelek çalakiyên şahînetbûnê bibin, yên ku bêyî derzîkirinê ne pêkan nin. Heger hûn derzîlêdanê îspat bikin, hûn dikarin dîsa vegerin qehwexaneyan, bi hevalan re hevdîtinê pêk bînin û ji dema xwe ya vala bêtir kêfê bikin.
Şêwazên cihêreng ên ji bo mijûlbûna bi pandemiyê re hatine zanîn, modelên ku îro têne bikar anîn weke 3G, 2G û 2G+ tên binavkirin.
maneya 3Gyê: pêgihîştin tenê ji bo kesên ku di roja serdanê de vaksînasyon kirine, baş bûne yan ceribandineke neyînî (testa bilez / testa antîjen an testa PCR) gengaz e.
2G tê maneya: pêgihîştin tenê ji bo mirovên vaksînkirî yan saxbûyî gengaz e.
2G+ tê vê maneyê: pêgihîştin tenê ji bo mirovên vaksînkirî yan saxbûyî gengaz e heger ew jî di roja serdanê de ceribandineke neyînî ya heyî (testa bilez / testa antîgen an testa PCR) nîşan bidin.
Kîjan rîsk hene?
Metirsiya pir mezin yê mirovên pîr û nexweşên pir giran hene ku bi giranî nexweş bikevin, an jî, ji Covid-19yê bimirin. Kesên ku bi mirovên din re gelek têkilî datînin, di bin metirsiya girtina enfeksiyonê yê pir mezin, de ne. Di nav wan de, wekî mînak, doktor, hemşîre, kesên ku li stargehên kolektîf de dijin, polîs an jî mamoste hene.
Mirovên ku li stargehên kolektîf de dijin, di bin metirsîya mezin ya girtina vîrusê korona de ne, ji ber ku gelek kes li vir di cihekî piçûk de, bi hevra dijîn. Ew yek parastina ji hev dûrketinê pir dijwar dike. Rîska enfeksiyonê zêde dibe. Ji ber vê yekê vaksînasyon pir girîng e.
Na! Madeyên derzîkirinê demeke dirêj li ser xwebexşan hatine ceribandin. Di vê navberê de, li seranserî cîhanê 8.5 mîlyar dozên vaksînasyonê ji bo derzîkirinan hatine bikaranîn. Ev tê vê maneyê ku nîv heta zêdetirî nîvê nifûsa cîhanê dikare were texmînkirin ku bi başî li hemberî COVID-19eyê hatine derzîkirin.
Erê. Tam wê hingê ye ku divê hûn derzîkirinê pêk bînim, ji ber ku rîska pêvajoyeke giran ya nexweşiya COVID, ji bo we bilindtir e. Ji ber vê yekê însanên ku nexweşîyên wan yên giran hene, li Almanyayê , pêşî di dora yekemîn de, têne derzîkirin.
STIKO ji bo jinên ducanî yên vaksînnekirî ji sêmeha 2yan (ango tenê ji meha 4emîn a ducaniyê) û ji bo jinên şîrmij ên vaksînnekirî pêşniyara derzîlêdanê dide.
STIKO bi du dozên mRNA ya COVID-19 vakslêdana bingehîn pêşniyar dike
Vakslêdana Comirnaty ji hêla BioNTech/Pfizer ve. Jinên ducanî, bêyî ku temenê wan be, divê bi Comirnaty û ne Spikevax vakslêdanê bibin. Heger ducanîbûn piştî ku derzîlêdana yekem pêk hat, were destnîşankirin, vakslêdana duyemîn divê tenê ji sê meha 2yan (ango ji meha 4emîn a ducaniyê) were kirin.
Madeya derzîkirinê ya şîrketa BioNTech ji bo zarok û ciwanên ji 12 salî mezintir hatiye pejirandin. Her wisa, ev vaksîn niha li Yekîtiya Ewropayê jî ji bo zarokên 5 heta 11 salî tê pejirandin, ku ew derziyeke taybetî ya zarokan bi dozek hinekî kêmtir werdigirin.
Mirovên ku xwe nexweş hîs dikin û wek mînakî, agirê wan yê bilind heye (ji 38.5 C yan zêdetir), divê tenê dema ku ew dîsa tendurist bin, wê demê werin derzîkirinê.
Na. Qet tu belgeyekê zanistî tune ku, nîşan bide ku derzîkirin mirovan bêber ( steril) dike.
Derzîkirin hate sekinandin, ji ber ku hat daxwazkirin di derbarê hinek madeyên derzîkirinê de, berê bi hûrgulî lêkolîn werin pêkanîn, ka gelo komplîkasyonên wan yên gengaz çi ne. Ewlehiya hemî mirovan her gav tiştê herî girîng e. Ji ber vê yekê lêkolîn pir bi teqezî têne meşandin.
Ez çawa dikarim xwe bidim derzîkirin?
Erê. Li Eyaleta Saksonyaya Jêrîn, rêyên curbicur hene ji bo xwe qeydkirinê. Mirov dikare ji ofîsa doxtirekî randevûyê bistîne yan jî bê termîn jî dikare biçe stargeheke kolektîv ên ku hîn jî wek mobîl xizmetê pêşkêş dikin. Mirov dikare bi hêsanî li ser vê lînka înternetê bibîne ka ev xizmet li ku tên pêşkêşkirin:
https://impfen-schuetzen-testen.de/impfen/
Her wisa ji bo hemû kesên li Saksonya Jêrîn ku dixwazin li ser derzîlêdana li dijî vîrusa koronayê agahiyê werbigirin, xeteke hotline heye: 0800 99 88 665
Mirov dikare ji roja duşeme heya roja şemîyê, ji demjimêr 8ê sibeyê heya demjimêr 20ê êvarê, telefona hotline bike.
Rojên yekşemî û betlaneyên fermî xeta hotline tê girtin.
Portala derzîlêdana ya Onlin a bi zimanê almanî:
https://www.impfportal-niedersachsen.de
Derveyê viya, her wiha hûn dikarin rasterast telefona doktora xwe yê malbatî / doktorê xwe yê malbatî, an ji doktorên ku li herêma we da ne, bikin. Gelek doktor muayeneyên xwe de, li hembera nexweşîya koronayê derzî lêdanê pêk tînin. Wekî qaîde, divê hûn berê li vir xwe qeyd bikin û dê dema bendewariyê dikare çend hefteyan bidome. Di stargehên penaberan de xebatkarên sosyal ji bo qeyd kirinê dibin alîkar.
Li cem cîhê agahdarî dayina ya doktoran de mirov dikare li Eyaleta Saksonya Jêrîn de, doktorên ku bi gelek zimanên cuda diaxifin bigere:
Berî derzîlêdanê, mafê her kesî heye ku şîreta bijîşkî bistîne. Ev li her devera ku hûn derzîkirinê pêk tînin, muayeneya doktorê malbatê de û her weha di navendeke derzîkirinê de, derbas dibe. Hemû pirsên we, dê werin nîqaşkirinê. Heke we hîn di derbarê derzîlêdanê de, biryar xwe nedaye, hûn dikarin li cem doktora xwe ya malbatî / doktorê xwe yê malbatî, ji bo daxwaza axaftineke şêwirmendiyê, serlêdan pêk bînin.
Li Almanya, di navendên derzîlêdanê de, her wiha tîmên derzîlêdanê yên gerok, doktorên gelemperî û doktorên pispor jî derziyê lêxidin. Di bihara 2022an de, divê diransaz û dermansaz jî destûra lêdana vaksînê li dijî COVID-19 hebin. ji dema 7ê Hezîran 2021 vir va, di nav pargîdanîyan de û doktorên taybet , dikarin derzî lêdanê pêk bînin.
Tîmên derzîlêdanê yên gerok beşek ji navendeke derzîlêdanê ne û tîmên ji doktoran in ku, wek nimûne, diçin stargehên lênêherîne – û pîr û kalan, stargehên kolektîv yên ji bo penaberan, an jî diçin li deverên xanîyan ku, di nav wan de bi taybetî hejmareke zêde ji mirovan, di cîhên teng de girtî dimînin. Ew li wê derê, di cîh de, di bin şert û mercên tenduristîyê de, rasterast derzî lêdanê pêktînin. Niha li Saksonya Jêrîn kêmzêde 200 tîmên derzîlêdanê yên gerok hene.
Pirsên hiqûqî
Esasen belê. Li Almanyayê mirov bi xwe biryarê dide ka dixwaze li dijî COVID-ê xwe bide derzîkirin yan na, lê heger mirov bixwazin di hin pîşeyan de bixebitin, vaksîn mecbûrî ye. Ji 15ê Adara 2022an pê ve, ev dê ji bo hemî kesên ku di saziyên lênihêrîna tenduristî yan hemşîretiyê de dixebitin derbas bibe.
Kesên ku nehatine derzîkirin, bi gelemperî di jiyana rojane de îmkanên wan yên tevgerê hindik in. Ji bo mijûlbûna bi pandemiyê re modelên cihêreng hene, modelên ku îro têne bikaranîn jê re 3G, 2G û 2G+ têne gotin.
maneya 3Gyê: pêgihîştin tenê ji bo kesên ku di roja serdanê de vaksînasyon kirine, baş bûne yan ceribandineke neyînî (testa bilez / testa antîjen an testa PCR) gengaz e.
2G tê maneya: pêgihîştin tenê ji bo mirovên vaksînkirî yan saxbûyî gengaz e.
2G+ tê vê maneyê: pêgihîştin tenê ji bo mirovên vaksînkirî yan saxbûyî gengaz e heger ew jî di roja serdanê de ceribandineke neyînî ya heyî (testa bilez / testa antîgen an testa PCR) nîşan bidin.
Na. Kes nayê cezakirin. Pêkanîna derzîkirinê bi dilxwazî ye.
Na. Ku mirov derzîkirinê pêk bîne yan pêk neyîne, nayê cezakirin û bandora vê yekê li ser pêvajoya penaberiyê ya berdewam, tune ye.
Komîsyona Derzîlêdanê ya Daîmî (STIKO) ji bo Almanya derzkirinan pêş dixe. Ew komîsyon ji 16 pisporên dilxwaz pêk tê. Komîte bi pirsên derzîlêdan û nexweşiyên vegirtî re mijûl dibe û pêşniyarên derzîlêdanê pêşkeş dike.